Qamişlo.. Bi sedan fermanberên xanenişîn di sireyê de ne ji bo wergirtina mûçe

Welat TV - Hewlêr

Navenda postê li Qamişlo îro dest bi dabeşkirina mûçeyên fermanberên xanenişîn kir û bi sedan kes di sireyê de rawestiyan ji bo wergirtina mûçe.

Li navendê qerbalixiyeke zêde çêbûye û mîkanîzma belavkirina mûçe dereng bi rê ve diçe, kesên di sireyê de bitemen in û pileyên germê yên bilind bandoreke xerab li wan dikin. 

Fermanberê xanenişîn ê bi nave Şukrî Sebrî ji Welat TV re da zanîn ku piraniya kesên di sireyê de, ji demjimêr 8 sibehê ve li pêş navendê beşdar in, di proseya dabeşkirinê de gelek pirsgirêkên teknîkî çêdibin ku dibin sedema wernegirtina fermanberên xannenişîn ji mûçe re û neçar dibin rojeke din berê xwe bidin navendê û di sireyê de rawestin.

Saziya Sûriyê ya postê ragihand ku ew ê mûçeyên fermanberên xanenişîn bi rêya nivîsgehên xwe li parêzgehan ji îro ve ta 27ê mehê dabeş bike û gelek fermanberên xanenişîn jî dibêjin ku bi vê mîkanîzmê zehmet e ew di dema destnîşankirî de bikaribin mûçeyên xwe werbigirin.