Banka Navendî ya Sûriyê daxwaznameyên elekitronî ji bo bihevguhertina diravan werdigire
Welat TV - Hewlêr
Banka Navendî ya Sûriyê dest bi wergiritna daxwaznameyên elekitronî ji bo guhertina diravên kevin bi yên nû kir û diyar kir ku bihevgehertina rasterast li navendên postê li parêzgehan berdewam dike.
Banka Navendî ya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de malpereke elekitronî ragihand ji bo wergiritna daxwaznameyên guhertina diravên kevin bi yên nû.
Daxuyaniyê diyar kir ku welatî dikarin bi rêya daxwaznameyê elekitronî her gujmekî ku ew dixwazin ji diravan bê dana tu bacekê bi hev biguherin, lê divê ew yek daxwaznamê di dema destnîşankirî ji bo bihevguhertinê de pêşkêş bikin.
Bankê got jî ku piştî pêşkêşkirina daxwaznameya elekitronî, hûrgiliyên dema bihevguhertina diravan bi rêya nameyekê ji jimareya telefonê ji welatiyan tên şandin.
Daxuyaniyê bang li welatiyan kir ku bi rêya lînkê ku wezaretî destnîşankirî daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin û serederiyê li gel tu aliyên din nekin.