Parêzgarê Hesekê û rêxistinên navdewletî piştgiriya malbatên Serê Kaniyê gotûbêj kir

Parêzgarê Hesekê û rêxistinên navdewletî piştgiriya malbatên Serê Kaniyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Parêzgarê Hesekê û tîma Serokatiyê û hejmarek nûnerên rêxistinên navdewletî, piştgiriya malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê gotûbêj kir.

Îro li avahiya parêzgehê, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li gel Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê Mistefa Ebdî û hejmarek nûnerên rêxistinên navdewletî civiya.

Di civînê de, rêyên piştgiriya malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê, û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo nişteciyên li wir û vegerandina wan bo malên wan, hatin gotûbêjkirin.

Her weha behsa hewlên başkirina rewşa jiyanê û dabînkirina xizmetguzariyên sereke û amadekirina jîngeheke guncaw ji bo gerentîkirina vegera xelkê bo deverên wan, hatin gotûbêjkirin.

*Vegera 410 malbatan

Duşema bûrî, 410 malbatên Serê Kaniyê di yekem karwan de vegeriyan warê xwe, di dema vegerê de hejmarek kes ji hawrideyên Ereb ên ku li Serê Kaniyê dimînin, êrîşî hin malbatên vegeriyayî kir û otombîlên wan şikandin.