Koçberkiriyên Girê Spî yên li Kobaniyê li benda vegereke ewleh in

Koçberkiriyên Girê Spî yên li Kobaniyê li benda vegereke ewleh in

Welat TV - Hewlêr

Zêdetirî 3 hezar malbatên koçberkirî ji Girê Spî li devera Kobaniyê di mercên zehmet dijîn û li benda vegereke ewleh in bo warê xwe.

Piştî îmzekirina rêkeftina 29ê Çileyê, ku yek ji xalên wê vegera ewleh a koçberkirî û derbidera li xwe digire, koçberkiriyên Girê Spî yên li Kobaniyê weke bi hezaran koçberkirî û derbiderên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li benda vegerê ne.

Yek ji koçberkiriyên Girê Spî ku niha li Kobaniyê ji Welat TV re dibêje: Tevî ku malên me li Girê Spî rastî ziyanên mezin hatine, em dixwazin vegerin û careke din malên xwe av bikin.

Endama (Komîteya Derbiderên Reqa, Tebqa, Girê Spî û Eyn Îsa li Kobaniyê) Fatima Ehmed da zanîn ku rewşa koçberkiriyên Grê Spî gelekî xerab e û alîkariyên ku ji bo wan tên pêşkêşkirin kêm in û ew li benda hikûmetê ne ku wan vegerîne warê wan.

Di Cotmeha 2019an de, Turkiyê û grûpên Sûrî yên bi ser ve piştî şerê li gel HSDê, deverên Girê Spî û Serê Kaniyê kontirol kirin, li gorî amarên rêxistinên mirovî derdora 300 hezar kes ji herdu deveran hatin çoçberkirin, vê yekê jî bandoreke xerab li demografiya herdu deveran kir ku niha li Girê Spî bi tenê çend malbatên Kurd mane, piştî 7 salan ji koçberkirinê, malbatên Grê Spî li benda vegereke ewleh in û hêviya wan ew e dema vegerê rastî êrîşan neyên weke malabtên vegeriyayî Serê Kaniyê.