Sûriyê û Iraqê hevakriya yasayî û dadwerî û mijara girtiyan gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û Serokê Encûmena Dadwerî ya Bilind a Iraqê Dr. Fa’iq Zêdan li Şamê civiyan û bihêzkirina hevakriyê di warên yasayî û dadwerî de gotûbêj kir.
Serokatiya Sûriyê şeva bûrî ragihand ku Ehmed Şeri´ û Dr. Fa’iq Zêdan li Koşka Gel li Şamê, bihêzkirina hevkariyê di navbera Sûriyê û Iraqê de di warên dadwerî û yasayî de û hejmarek mijarên hevbeş gotûbêj kir.
Ji aliyê xwe ve, Encûmena Dadwerî ya Bilind a Iraqê ragihand ku herdu aliyan behsa çawaniya bihêzkirina hevkariyê di warên dozgerî û yasayî de û bihevguhertina ezmûnan kir.
Beriya civîna bi Şeri´ re, Fayiq bi Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mezher Weys re civiyabû, di vê derbarê de, Wezareta Dadê da zanîn ku mijara girtiyên Sûrî li Iraqê yek ji mijarên civînê bû.