Kobanî.. Rûniştineke diyalogê li navçeya Şêxler bi rê ve çû
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Devera Kobaniyê rûniştinek li navçeya Şêxler li dar xist, tê de berdevkê Wezareta Navxwe beşdar bû û xelkê behsa daxwaz û pêdviyên xwe kir.
Devera Kobaniyê di daxuyaniyekê de got ku rûniştineke diyalogê, bi beşdariya rêveberê deverê Ibrahîm Mislim, ednamê Encûmena Gel Şewax Esaf û berdevkê Wezareta Navxwe Nûredîn Baba, li navçeya Şêxler bi rê ve çû.
Daxuyaniyê diyar kir ku di civînê de, xelkê gilî û gazinên xwe arasteyî berpirsan kirin û li ser pêdiviyên wan hate rawestandin.
Li gorî daxuyaniyê, di rûniştinê de, mijarên xizmetguzarî û jiyanê hatin gotûbêjkirin ji bo bihêzkirina peywendiya rasterast li gel xelkê û çareserkirina pêdviyên wan.