Piştî canjidestdana nexweşekî êrîşî nexweşxaneyekê li Ezazê hate kirin

Piştî canjidestdana nexweşekî êrîşî nexweşxaneyekê li Ezazê hate kirin

Welat TV - Hewlêr

Hejmarek kes êrîşî nexweşxaneyekê li devera Ezazê li Gundewarê Helebê kir piştî ku kesûkarekî wan canê we ji dest da û ewlehiya navxwe dûvçûnê dike.

Li Ezazê pişt ku nexweşekî li nexweşxaneya Medicals canê xwe ji dest da, hejmarek ji kesûkarên wî got ku nexweşê wan ji ber şaşîtiyeke pizîşkî canê we ji dest daye û êrîşî nexweşxaneyê kir, alavên wê têk dan û destdirêjî li karmendên tendirustî kir.

Piştî êrîşî hêzên ewlehiya navxwe dorpêçeke ewlehî li derdora nexweşxaneyê encam da û dest bi dûvçûnan kir ji bo standina rêkarên yasayî dermafê encamderên êrîşê.

Rêveberiya Nexweşxaneya Medicals di daxuyaniyekê de ew êrîş şermezar kir û got: Kesê ku canê xwe ji dest dayî nexweşê penceşêrê bû, di bin çavdêriya çir de bû û xizmetguzariyên pêwîst ji bo wî hatibûn pêşkêşkirin.

Daxuyaniyê diyar kir ku nexweşxane bi awayekî demkî ji kar ket ji bo nirxandina ziyanan û nûjenkirina wê û bang li aliyên peywendîdar kir ji bo standina rêkarên yasayî dermafê encamderên êrîşê.

Di vê derbarê de, Rêveberiya Tendirustiyê li Helebê da zanîn ku xizmtguzariyên pêwîst ji wî nexweş re hatibûn kirin û banga sizadana encamderên êrîşê kir.