Berhema xwecihî ya petrolê 55% ji pêwîstiya Sûriyê dabîn dike
Welat TV - Hewlêr
Kompaniya Sûriyê ya Petrolê da zanîn ku berhema xwecihî ya petrolê rêjeya 55% ji pêwîstiya Sûriyê dabîn dike û ya mayî tê hawerdekirin.
Cîgirê serokê bicîkar ê Kompaniya Sûriyê ya Petrolê Welîd Yûsif ev yek ji ragihandina Sûrî re ragihand û diyar kir ku berhema xwecihî ya xazê jî, ji 30 – 40% ji pêwîstiya Sûriyê dabîn dike.
Yûsif got ku rewşa zeviyên xaz û petrolê li her deverekê cuda ye, ku zeviyên li Dêra Zorê rastî ziyanên mezin hatine lê rewşa zeviyên Rimêlan û yên Cibisa li Hesekê baş e.
Li gorî Yûsif, niha kar tê kirin ji bo nûjenkirina jêrxaneya zeviyên xaz û petrolê, bikaranîna alavên pêşketî û rahênakirina karmendan bi mebesta zêdekirina karînên wan.
Welîd Yûsif diyar jî kir ku rewşa ewlehî li deverên Rimêlan û Cibisa niha aram e û kar berdewam e ji bo çareserkirina pirsgirêkên vêxistinê û jîngehê.
Kompaniya Sûriyê ya Petrolê û kompaniya Emerîkî rêkeftinek îmze kiriye ji bo weberhênanê li zeviyên petrolê yên Rimêlanê bo heyama 25 salan û zêdekirina berhemên wan.
►Her weha bixwîne.. Kompaniya Sûrî ya Petrolê û kompaniya HKN zeviyên petrolê li Rimîlan pêş dixin