Ji bo beşdariyê di civînên Netewên Yekgirtî de.. Şeri´ 21 Êlûnê serdana Emerîka dike

Ji bo beşdariyê di civînên Netewên Yekgirtî de.. Şeri´ 21 Êlûnê serdana Emerîka dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ meha bê serdana Emerîka dike ji bo beşdariyê di civînên komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî de û li gel Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio dicive.

Jêdereke Sûrî ev yek ji rojnameya Şerq Ewset re ragihand û diyar kir ku Şeri´ 21ê Êlûnê digihe Emerîka û serdana wî 4 rojan berdewam dike.

Li gorî wê jêderê, tê pêşbînîkirin ku Şeri´ û Rubio roja 22yê Êlûnê bicivin û piştre serokê Sûriyê gotarekê di komeleya giştî de li New Yorkê pêşkêş dike.

24ê Êlûna sala bûrî, Şeri´ gotarek di gera 80 ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de pêşkêş kir û piştre bi Serokê Emerîka Donald Trump re civiya.

Di civînên îsal yên komeleya giştî ya de gengeşe li ser hilbijartina emîndarê giştî yê nû yê Neteweyên Yekgirtî tê kirin, ku erkê António Guterres 31ê Berçileyê bi dawî dibe.