Qonaxa 4an a hevdîtinên vegerandina regeznameyê bo Kurdan dest pê dike

Qonaxa 4an a hevdîtinên vegerandina regeznameyê bo Kurdan dest pê dike

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl a Sûriyê lîsteya 4an a hevdîtinên vegerandina regeznameya Sûriyê bo Kurdan li gor mersûma serokatiya Sûriyê jimare 13, belav kir.

Revberiya Gitşî ya Karûbarên Sivîl a Sûriyê lîsteya navan di daxuyaniyekê de belav kir û hevdîtin Duşema bê 17ê vê mehê dest pê dikin.

Rêveberiyê daxwaz kir ku hemû kesên ku navên wan di lîsteyê de hatiye, di roja hevdîtinê ya destnîşankirî de biçin navendên diyarkirî û hevdîtinên xwe encam bidin, da ku navên wan kesan bo qoaxa 3yan û ya dawiyê werin rakirin.

Li gorî ku di lîsteyan de hatiye, hevdîtin dê bo dema nêzîkî 3 hefteyan berdewam bikin.

16 Çileya bûrî, serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ mersûma jimare /13/ derxist, di xala çarem a mersûmê de hat ku “kar bi hemû yasa û rêkarên awarte yên girêdayî serjimêriya sala 1962an li parêzgeha Hesekê tê rawestandin, û nasname bo hemû welatiyên Kurd li Sûriyê tê dan, ji wan jî kesên Mektûm”.

►Her weha bixwîne.. Xalên mersûma Ehmed El-Şeri’ derbarê miletê Kurd li Sûriyê