Ebdî û Ayiş êrîşên ser koçberkirî û saziyên hikûmetê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî û Şandiyê Serokatiya Sûriyê Ziyad Ayiş civiyan û êrîşên ser koçberkirî û saziyên hikûmetê gotûbêj kirin.
Fermadarê HSD Mezlûm Ebdî li ser tora “X” da zanîn ku wan hejmarek doseyên girêdayî ewlehî û aramiya parêzgeha Hesekê gotûbêj kirin.
Ebdî got jî ku doseyên destdirêjiya ser dezgehên dewletê û derbiderên sivîl herweha bilezkirin û temamkirina proseya tevlîbûnê, hatin gotûbêjkirin.
Li gorî Ebdî, “ew gihiştin zincîreyekê ji çareseriyan û gavên cidî ji bo wan doseyan ku dê bikevin xizmeta ewlehî û seqamgêriya parêzgehê”.
تشرفت باستقبال المبعوث الرئاسي السيد زياد العايش، وقائد الفيلق الثاني السيد عواد الجاسم، في زيارة بحثنا خلالها عدداً من الملفات والقضايا المهمة المتعلقة بأمن واستقرار محافظة الحسكة، ومعالجة الاعتداءات على مؤسسات الدولة، وقضايا المدنيين المهجّرين، إلى جانب تسريع واستكمال عمليات…
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) August 13, 2026