Endamekî toreke revandinê li Minbicê hate girtin
Welat TV - Hewlêr
Li Minbicê endamekî toreke ku welatî direvandin û daxwaza fidiyê û pereyan dikir hat girtin.
Ewlehiya Navxwe li Helebê ragihand ku di operasyonekê de wan endamekî toreke revandinê ku ji 6 kesan pêk tê, li devera Minbicê girt.
Da zanîn jî ku ev tor xelkê bi behaneya birina wan bi qaçaxî bo Türkiye direvîne, û piştre vîdyoyan bo wan tomar dike û bo kesûkarên wan dişîne û daxwaza fidiyê beramberî berdana wan dike, her weha destê wê di operasyonên diziya çekdarî de heye.
Ewlehiya Navxwe diyar kir ku lêgerîn ji bo girtina endamên din yên vê tora revandinê berdewam e.
Ev yek di demekê de tê ku li deverê hin grûp welatiyan direvînin û daxwaza dana fidiyê beramberî berdana wan dikin.