Turkiyê navê Semîr Oso ji lîsteya terorê derxist

Turkiyê navê Semîr Oso ji lîsteya terorê derxist

Welat TV - Hewlêr

Turkiyê navê Sîpan Hemo ji lîsteya xwe ya terorê derxist û hîn nave Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di lîsteyê de ye.

Li gor Rojnameya Cumhuriyet a Turkî, Hikûmeta Turkiyê navê Alîkarê Wezîrê Berevaniya Sûriyê ji bo devera rojhilatî, Semîr Oso “Sîpan Hem” ji lîsteya xwe terorê derxist.

Beriya niha navê Semîr Oso ser lîsteya sor a Turkiyê bû bi tometa endamtiya PKKê û 20 milyon dolar ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve hatibûn terxankirin ji her kesê ku zaniyariyekê ser wî bide re da ku were girtin.

Niha li gor Rojanmeya Cimhuriyet, navê Semîr Oso ser lîsteya Sor nemaye lê navê Mezlûm Ebdî û hin navên din ên girêdayî PKKê hîn li ser lîsteyê hene.