Ebas Hisên bû cîgirê duyem yê parêzgarê Hesekê
Welat TV - Hewlêr
Rêveberê rêveberiya karûbarên siyasî li Hesekê Ebas Hisên bû cîgirê duyem yê parêzgarê Hesekê.
Îro rêveberiya parêzgeha Hesekê ragihand ku Ebas Hisên weke cîgirê duyem ê parêzgarê Hesekê hate destnîşankirin.
Beriya wergirtina vê postê, Ebas Hisên rêveberê rêveberiya karûbarên siyasî bû li Hesekê.
Ebas Hisên kî ye?
Sala 1986 an li gundê Girê Fatê yê gundewarê Çil Axa ji dayik bûye, û hilgirê bawernameya Zimanê Erebî ji zanîngeha Hesekê sala 2008an e her weh ji zanîngeha Idlibê jî bawernameya Zanistên Siyasî, bi dest xistiye.
Di Çileya îsal de, bû rêveberê Rêveberiya Karûbarên siyasî li Hesekê û îro bû cîgirê duyem yê parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed.