Balafirxaneyeke leşkerî li gundewarê Idlibê hate bombebarankirin

Balafirxaneyeke leşkerî li gundewarê Idlibê hate bombebarankirin

Welat TV - Hewlêr

Balafirxaneyeke leşkerî li gundewarê başûrê rojhilatê Idlibê hate bombebarankirin.

Li gorî zanyariyan, berbanga îro balafirên nenas balafirxaneya Ebû Zuhûr a Leşkerî li gundewarê Idlibê 4 caran bombebaran kir.

Ta niha jî zanyariyên derbarê cihên hatî bombebaran kirin û ziyan û encamderê van êrîşan nehatine naskirin.

Hin jêderên xwecihî jî pêşbîn kiriye ku Israîlê balafirxane bombebaran kiribe, ji aliyê xwe ve jî aliyên pêwendîdar yên Hikûmeta Sûriyê tu daxuyanî di vê derbarê de nederxistine.