Îro 5 sal di ser koçkirina helebestvan Hadî Behlewî re derbas dibin

Îro 5 sal di ser koçkirina helebestvan Hadî Behlewî re derbas dibin

Welat TV - Hewlêr

Îro 5 sal di ser koçkirina helebestvan Hadî Behlewî re derbas dibin, ku gelek berhem li pey xwe hiştin û li ser zimanên hezkiriyên wêjeyê tên gotin.

Hadî Behlewî di 16ê Gulana 1948an de, li gundê Girzînê li Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Li gund xwendina xwe ya seretayî xwendiye û di sala 1962an de, pola nehan, li Qamişlo standiye û ya amadeyî jî li Hesekê standiye.

Ji 1965an ve dest avêtiye pênûsê, û helbest bi herdu zimanên Kurdî û Erebî nivîsandin.

Di sala 1967an de, li zanîngeha Helebê kolêja zimanê Erebî xwendiye.

Di sala 2010an de, tûşî nexweşiya Şekir bû û roj bi roj ew êş lê giran bûbû ta gihişt bînahiya herdû çavên wî winda bû. 

Sê berhemên Hadî Behlewî yên helbestî hene, ew jî ev in: "Wê Sibe Bê, " Ji Dil”, û "Ristek Janên Hûnayî” û bi dehan ji helbestên Hadî Behlewî bûne sitran.

Helbestvan Hadî Behlewî “Xelata Mele Ehmedê Palo” di salvegera wî ya duyemîn de wergirtiye.

Di Tebaxa 2021ê de, li bajarê Qamişlo koça dawî kir.