Endamên hêzên ewlehiyê û polîsên çûnûhatinê li Kobaniyê tevlî saziyên hikûmetê dibin

Endamên hêzên ewlehiyê û polîsên çûnûhatinê li Kobaniyê tevlî saziyên hikûmetê dibin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehiya navxwe li Kobaniyê hin otombîlên nû wergirtin û endamên hêzên ewlehiyê û polîsên çûnûhatinê li Kobaniyê tevlî saziyên hikûmetê dibin.

Îro bi dehan otombîlên taybet bi ewlehiya navxwe gihiştin devera Kobaniyê û hêzên ewlehiyê pêşandanek bi wan otombîlan li nava bajarê Kobaniyê encam da.

Ji dîmenên ku hatine belavkirin diyar e, her beşek ji hêzên ewlehiyê bi cilûbergên yekirtî di pêşandanê de beşdar in û endamên hêzên ewlehiyê û polîsên çûnûhatinê li Kobaniyê tevlî saziyên hikûmetê dibin.

Ev gav dikeve di çarçoveya bilezkirina tevlîbûna saziyan li devera Kobaniyê de, ku hîn astengî li pêş bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê li deverê hene.