Jêder: Israîlê 8 caran balafirxaneyeke Idlibê bombebaran kir
Welat TV - Hewlêr
Balafirên şer ên Israîlê balafirxaneyeke leşkerî li gundewarê başûrê rojhilatê Idlibê bombebaran kir, medyaya Sûriyê da zanîn ku 8 caran hatiye bombebarankirin.
Jêdereke leşkerî ji medyaya fermî ya Sûriyê re eşkere kir, berbanga îro balafirên şer ên Israîlê balafirxaneya Ebû Zihûr a Leşkerî li gundewarê Idlibê 8 caran bombebaran kir.
Jêderê diyar kir, di encama bombebaranan de ziyanên madî gihiştin balafirxaneyê û tu ziyanên canî nehatine tomarkirin.
Beriya çend rojan medyaya Israîlê dabû zanîn, Israîl ji Emerîka xwestiye ku êrîşeke din li hunder Sûriyê ji ber tevgerên Turkiyê li bakurê Sûriyê encam bide, li gorî heman medyayê, Trump li ser êrîşê erê nekiribû.