Wezîrê Veguhestinê û Parêzgarê Hesekê pêşxistina rêveberiya veguhestinê li Qamişlo gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyê Ye´rub Bedir û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşxistina karê rêveberiya veguhestinê li Qamişlo û rêkarên tevlîkirinê gotûbêj kir.
Wezareta Veguhestinê ya Sûriyê îro ragihand ku Ye´rub Bedir li gel Nûredîn Ehmed civînek li dar xist, ji bo gotûbêjkirina pêşxisitina karê rêveberiya veguhestinê li Qamişlo û şopandina rêkarên girêdayî tevlîkirina datayên wê ji bo dubare çalakirina pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re.
Li gorî wezaretê, di civînê de, çawaniya avakirina tîmeke teknîkî û komîteyeke pispor ji wezaretê hate gotûbêjkirin ji bo şopandina rewşa rêveberiya veguhestinê li Qamişlo û destnîşankirina pêdviyên pêwîst ji bo dubare nûjenkirin û amadekirina wê.
Wezaretê da zanîn: Bedir tekez kir ku ew berdewam in di bicîkirina gavên tevlîkirina datayên taybet bi rêveberiya veguhestinê li Qamişlo û diyar kir ku dubare destpêkirina kar li rêveberiyê girêdayî ye bi temambûna aliyên teknîkî.
Parêzgarê Hesekê jî, da zanîn ku rêveberiya veguhstinê li Qamişlo amade ye ji bo kar û hewlên wan berdewam in ji bo pêşxistina jêrxaneya wê.