Serok Barzanî û Emîndarê Giştî yê Kongira Niştîmanî ya Iraqê dicivin

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û Emîndarê Giştî yê Kongira Niştîmanî ya Iraqê Aras Hebîb li Pîrmamê civiyan.

Baregeha Barzanî ragihand, îro 20 Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Kongira Niştîmanî ya Iraqê Aras Hebîb kir.

Baregehê da zanîn, Di civînê de, rewşa siyasî li Iraq û deverê hat gotûbêjkirin. Her du aliyan ronahî xist ser giringiya hevkarî û hemahengiyê di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de ji bo nehiştina astengî û çareserkirina pirsgirêkan.