Şeybanî û Serokwezîrên Pakistanê bihêzkirina peywendiyên dulaî gotûbêj kir

	Şeybanî û Serokwezîrên Pakistanê bihêzkirina peywendiyên dulaî gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê û Serokwezîrên Pakistanê peywendiyên dualî û bihêzkirina wan gotûbêj kirin.

Îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û Serokwezîrên Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf li Îslam Ebad paytexta Pakistanê civiyan.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku di civînê de, behsa peywendiyên dualî û bihêzkirina wan di navbera herdu welatan de hate kirin.

Wezaretê da zanîn ku Şeybanî rola Pakistanê di bihêzkirina aştî û seqamgîriya herêmî de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrên Pakistanê tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji serwerî û yekîtiya Sûriyê re kir.

 

 

Di çarçoveya serdanê de bo Pakistanê, Şeybanî bi hejmarek wezîrên hikûmeta wî welatî re civiya û bihêzkirina peywendiyan mijar bû.