Ezmûnên awarte yên polên 9 û 12an li Siwêdayê 29ê mehê dest pê dikin
Welat TV - Hewlêr
Gera awarte ya ezmûnên polên 9 û 12an li parêzgeha Siwêdayê 29ê vê mehê dest pê dike.
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê şeva bûrî bernameya gera awarte ya ezmûnên polên 9 û 12an li Siwêdayê ragihand.
Li gorî bernameyê, ezmûnên pola 9an, 29ê mehê dest pê dikin û 7ê meha bê bi dawî dibin.
Ezmûnên pola 12an jî, 29ê mehê dest pê dikin û 9ê meha bê bi dawî dibin.
17ê vê mehê, Serokê Sûriyê Ehemed Şeri´ mersûma jimare 163 ya taybet bi xwendevanên polên 12 û 9an ên parêzgeha Siwêdayê derxist, li gorî wê mersûmê hemû xwendevanên Siwêdayê yên ku ezmûnên xwe pêşkêş nekirbûn, an jî ezmûn temam nekirbûn, dikarin ezmûnan di gera awarte de pêşkêş bikin.