Mezlûm Ebdî: Pêvajoya tevlîbûnê di nava saziyên dewletê de bi dawî bû

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî da zanîn ku tevlîbûna HSDê û hemû saziyên leşkerî, rêveberî û sivîl bo nava saziyên hikûmeta Sûriyê temam bû.

Mezlûm Ebdî ev yek di çarçoveya beşdariya xwe di ahenga sedsaliya avakirina bajarê Qamişlo de ragihand û diyar kir ku ew tevlî Sûriyeya nû bûne.

Ebdî her weha di gotina xwe de amaje bi doseya endamên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê yên di nava rêzên HSD de kir û got: Piştî destpêka pêvajoya tevlîbûnê, hemû hêzên ku ji dervî Rojavayê Kurdistanê hatibûn vekşiyane û ji deverê derketin.

Berdevkê Tîma serokatiya Sûriyê bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê, û cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî jî di gotinekê de got: Armanca meavakirina qonaxeke nû ye û pêvajoya tevlîbûnê, pêvajoyeke niştîmanî giştgir e ji bo aramkirina rewşê li parêzgeha Hesekê.

Ahenga sedsaliya avakirina bajarê Qamişlo şeva bûrî li parka azadî li bajarê Qamişlo bi beşdariya berpirsên hikûmetê bi rê ve çû.