Serokê rêjîma Sûriyê 4 parêzgarên nû destnîşan kirin

Serokê rêjîma Sûriyê 4 parêzgarên nû destnîşan kirin

Welat TV – Hewlêr

Serokê rêjîma Sûriyê îro 12 Gulanê du biryar derxistin, tê de 4 parêzgarên nû ji 4 parêzgehan re destnîşan kirin.

Malpera fermî ya serokatiya rêjîma Sûriyê belav kir ku serokê rêjîmê Beşar Esed biryara 101 a sala 2024an derxist, tê de her yek ji Teysîr Qetan weke parêzgarê parêzgeha Dêra Zorê, Ehmed Ibrahîm Xelîl weke parêzgarê parêzgeha Gundewarê Şamê û Mein Sibhî weke parêzgarê parêzgeha Hemayê destnîşan kirine.

Malpera fermî ya serokatiya rêjîma Sûriyê her weha got: Esed biryara 102 a 2024an jî derxist tê de erkê Besam Barsîk weke parêzgarê Siwêdayê bi dawî anî û Ekrem Elî weke parêzgerê nû destnîşan kir.