Droneke Israîlê otombêlek ser rêya Bêt Cin bombebaran kir

Droneke Israîlê otombêlek ser rêya Bêt Cin bombebaran kir
Droneke Israîlê otombêlek ser rêya Bêt Cin bombebaran kir

Welat TV - Hewlêr

Droneke Israîlê otombêlek li ser rêya Bêt Cin li gundewarê şamê bombebaran kir.

Li gorî medyaya Sûriyê Îro droneke Israîlê otombêlek li ser rêya Bêt Cin li başûrê rojavayê şamê bombebaran kir. Di encamê de kesek birîndar bû.
 
Di dema bûrî de tevgera hêzên îsraîlê li deverên cûda li başûrê Suriyê zêde bûye.

Roja Sêşema derbasbûyî jî balafirên şer ên Israîlê Balafirxaneya Ebû Zuhûr a leşkerî li gundewarê başûrê rojhilatê Idlibê bombebaran kiribû.