Riyad Dirar: 90% ji proseya tevlîbûnê bi dawî bûye
Welat TV - Hewlêr
Endamê desteya serokatiya MSD Riyad Dirar got ku tevlîbûn pêvajoyeke dirêj û bê rawestiyan e, û bi rêjeya bêtirî 90% ji proseya tevlîbûnê bi dawî bûye.
Riyad Dirar ji Welat TV re got, tevî ku hin bingehên rêkeftina 29 çileya îsal jî bi dawî bibin, tevlîbûn berev xala ku Mezlûm Ebdî di sedsaliya Qamişlo de destnîşan kir diçe, dema got ku tevlîbûna dezgehan û HSD bi dawî bû.
Dirar da zanîn, dezgehên rêveberiya xweser, niha li jêr berpirsiyariya dewletê ne, û karmendên tê de kar dikir jî li jêr berpirsiyariya hikûmetê ne, lê proseya birêvebirin û çalakirina karmendên wan dezgehan, dem û lihevkirin jê re pêwîst in.
Endamê desteya serokatiya MSD Riyad Dirar diyar kir, em hêvî dikin ku em bighin rewşekê ji hevpariya siyasî û pêdivî bi rêkaran ji bo vê doseyê jî heye, di baweriya min de eger niyet bak bin, berê me dê li rewşeke baş be ji aliyê rêveberiya deverê.