1700 cotkarên ku zeviyên wan rastî ziyanan hatibûn tên qerebûkirin

1700 cotkarên ku zeviyên wan rastî ziyanan hatibûn tên qerebûkirin

Welat TV - Hewlêr

1700 cotkarên ku zeviyên wan ji ber karesatên xwezayî li 4 parêzgehên Sûriyê rastî ziyanan hatibûn, dê werin qerebûkirin.

Wezîrê Çandinyê Basil El-Siwêdan ragihand ku, ew ê hemû cotkarên ku li Idlib, Heleb, Quneytira û Tertûsê rastî ziyanan hatine, bi derdora 112 Milyon Lîreyên Sûrî qerebû bikin. 

Qerebûkirina 1700 cotkarên ku zeviyên wan ji ber karesatên xwezayî rastî ziyanan hatine, cotkarên Efrîn û Kobaniyê jî li xwe digire, ku bi ser parêzgeha Helebê ve ne.

Li gorî ku El-Siwêdan diyar kirî, di zûtirîn dem de doseya qerebûkirina cotkarên ziyandîtî li Dêra Zor, Reqa û Hesek jî dê were bidawîkirin.

Qerebûkirina cotkaran tê piştî ku îsal gelek zevî ji ber baran û bayê zêde û agiran rastî ziuyanên mezin hatin.