Ji ber endamtiya DAIŞê.. Nemsa welatiyekî Sûrî 3 sal û nîvê zindan dike

Ji ber endamtiya DAIŞê.. Nemsa welatiyekî Sûrî 3 sal û nîvê zindan dike

Welat TV - Hewlêr

Nemsa welatiyekî Sûrî ji ber endamtiya wî di rêxistina DAIŞ a terorîst de, 3 sal û nîvê zindan dike.

Dadgeha Linz a herêmî li Nemsayê biryara zindankirinê bi 3 sal û nîvê dermafê welatiyekî Sûrî derxist.

Li gorî dadgehê ew kes endamê DAIŞê ye, û di navbera Gulan û Mijdara 2016an de endamên rêxistina terorîst li serbazgehekê li Sûriyê rahênan dikirin.

Dadgehê her weha diyar kir ku ew kes 44 salî ye û ji bajarê Himsê ye û navê wî di belgeyên ”wezareta cengê ya DAIŞê” de ji aliyê hêzên Emerîkî ve, hatibû dîtin.

Di salên bûrî de, li welatên Yekîtiya Ewropayê gelek kes ji ber piştgirî û endamtiya rêxistina DAIŞ a terorîst hatine girtin û dadgehkirin.