Al-Monitor: Israîl siyaseta xwe derbarê Sûriyê diguhere

Al-Monitor: Israîl siyaseta xwe derbarê Sûriyê diguhere

Welat TV - Hewlêr

Israîl li siyaseta xwe derbarê Sûriyê vedigere û aliyek di nava dezgeha ewlehî de li Israîlê dibîne ku rêkeftina li gel Şamê xizmeta berjeweniyên Israîlê dike.

Jêderine ji Israîlê ev yek ji malpera Al-Monitor re ragihand û diyar kir ku ev gav tê piştî dubare destpêkirina peywendiyên ewlehî di navbera Sûriyê û Israîlê de ji bo kêmkirina girjiyan bi Şam û Enqerê re.

Li gorî wan jêderan, dibe ku guhertina helwesta Israîlê derbarê Sûriyê girêdayî niyaza serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu be ji bo razîkirina serokê Emerîka Donald Trump.

Jêderan got jî: Netanyahu dixwaze Trump razî bike da ku piştevaniya wî di hilbijartinên bên ên Israîlê de bike.

Malperê li ser zarê wan jêderan da zanîn jî: Dezgeha ewlehî ya Israîlê derbarê serderiyê bi Sûriyê re bûye 2 beşan, beşek ji wan dibîne ku rêkeftina li gel Şamê xizmeta berjeweniyên Israîlê dike.

Duh Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê gereke li başûrê Sûriyê encam da û got ku ta gef li ser ewlehiya Israîlê hebe, ew ji Çiyayê Şêx venakişin. 

Roja Yekşemê Wezîrê Derve yê Sûriyê û serokê Mossada Israîlê li Urdinê civiyan ji bo aramkirina rewşê û kêmkirina girjiyan.