Turkiyê: Berdewam in di pêşxistina karînên artêşa Sûriyê de

Turkiyê: Berdewam in di pêşxistina karînên artêşa Sûriyê de

Welat TV - Hewlêr

Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Turkiyê Zekî Aktork di kongireke rojnamevanî de derbarê hilweşandina HSDê da zanîn ku ew pêşwaziyê li vê pêşketinê dikin.

Zekî Aktork ragihand ku hilweşandina HSDê û tevlîbûna wê di nava saziyên dewletê de pêşketineke giring e ji bo parastina serweriya Sûriyê û yekbûna xaka wê.

Akturk got jî ku hilweşandina HSDê û tevlîbûna wê di nava saziyên dewletê de bingeha yekbûna dewleta Sûriyê û artêşa wê bihêz dike: ”Em pêşwaziyê li vê pêşketinê dikin”.

*Alîkariya artêşa Sûriyê

Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Turkiyê her weha diyar kir ku, ew ê berdewam bin di pêşxistina karînên artêşa Sûriyê de nexasim di jinavbirina terorê de.

*”Divê êrîş rawestin”

Derbarê êrîşên Israîlê li ser Sûriyê jî Zekî Aktork got ku, ew ji nêzîk ve çavdêriya êrîşên Israîlê dikin û ew dubare tekeziyê li ser pêwîstiya rawestandina yekser a wan êrîşan dikin.

Her weha Aktork da zanîn jî: Em ji nêzîk ve daxuyaniyên Emerîka yên girêdayî dirustkirina mîkanîzmên kêmkirina girjiyan ku Sûriyê jî li digire dişopîn in.