Hêzên Israîlê hilmeteke pişiknînê li Der´ayê encam da

Hêzên Israîlê hilmeteke pişiknînê li Der´ayê encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê hilmeteke pişiknînê li gundewarê rojavayê Der´ayê encam da.

Jêderên xwecihî da zanîn ku hêzeke Israîlê derbasî bajarokê Abdîn li rojavayê Der´ayê bû û hejmarek mal li taxa rojavayî ya wî bajarokî pişknîn kirin.

Hêzên Israîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bûn û rêbendek danî.

Duh jî hêzeke Israîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bû, rêbendek danî û xelk pişiknîn kirin.

Beriya du rojan, hêzên Israîlê 4 kesên ku beriya niha di hilmetên pişiknînê de li başûrê Sûriyê girtibûn, berdan û li gorî jêderên xwecihî hîn derdora 37 kesan li cem hêzên Israîlê girtî ne.

Tevgera hzêzn Israîlê li başûrê Sûriyê di demekê de ke Sûriyê ji civaka navdewletî dixwaze ku fişarê li Israîlê bike da ku ji piştî hilweşandina rêjîma Esed derbasî wan bûye vekişe.