Komeleya Aso çalakiyên xwe li Elmanya berfireh dike

Komeleya Aso çalakiyên xwe li Elmanya berfireh dike

Welat TV - Hewlêr

Komeleya Aso çalakiyên xwe berfireh dike da ku bi roleke çalaktir di nava revenda Kurdistanî de li Elmanya rabe.

Seroka Komeleya Aso Newroz Îskan ev yek duh di ahenga vekirina navenda nû ya komeleyê de li bajarê Herne yê Elmanya bi beşdariya zêdetirî 200 kesî ragihand.

Di ahenga vekirina navenda Komeleya Aso de, Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, partiyên Kurdistanî, Konfidrasiona Revenda Kurdistanî, Revenda Kurdî li Elmanya, nûnerên Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û kesayetiyên civakî û rewşenbîrî beşdar bûn.

Hejmarek gotin ji aliyên beşdaran ve hatin pêşkêşkirin, tê de tekezî li ser piştevaniyê ji karê komeleyê re hate kirin.

Ji aliyê xwe ve, rêveberiya komeleyê spasiya beşdaran kir û tekezî li ser berdewamiya kar ji bo avakirina civakeke hevgirtî kir. 

Komeleya Aso sala 2020, hatiye avakirin û guhdanê dide mijarên civakî û çandî li diyasporayê.