Hêzên Israîlê bi tankan derbasî Quneytirayê bûn

Hêzên Israîlê bi tankan derbasî Quneytirayê bûn

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê bi tankan gereke li gundewarê başûrê Quneytirayê encam da.

Jêderên xwecihî da zanîn ku îro hêzên Israîlê bi 2 tankan gereke li rojavayê gundê Mi´eleqa li başûrê Qunetirayê encam da û piştî demekê berev xalên Israîlê yên li başûrê Sûriyê vekişiya.

Li gorî belgekirina Welat TV bi tenê di vê mehê de, hêzên Israîlê derdora 100 tevgerî li başûrê Sûriyê encam dane, tê de hin dever topbaran kirine, hilmetên pişiknînê encam dane û bi dehan kes girtine.

Tevgera Israîlê li başûrê Sûriyê ranaweste û berpirsên wê dibêjin ku ew ji wê deverê venakişin heta ku gefek li ser ewlehiya wê heye.

Hikûmeta Sûriyê jî bangê li civakê navdewletî dike ku fişarekê li ser Israîlê bike da ku pabendiyê bi rêkeftina agirbestê ya sala 1974an bike û ji deverên ku piştî hilweşandina rêjîma Esed di 8ê Berçileya 2024an de kontirolkirî vekişe.