Pasportên Sûrî yên nû di demeke nêzîk de derdikevin

Pasportên Sûrî yên nû di demeke nêzîk de derdikevin

Welat TV - Hewlêr

Pasportên Sûrî yên nû di demeke nêzîk de bi nasnameyeke nû derdikevin.

Beşê Înglîzî yê Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê îro li ser tora ”X” ragihand ku di demeke nêzîk de pasportên Sûrî yên nû derdikevin.

Li gorî Wezareta Ragihandinê, pasportên nû nasnameya Sûriyê piştî rizgarkirina wê li xwe digrin.

 

 

Wezaretê ev yek di komêntekê de, li ser wêneya rûpela 35an a pasporta ku niha tên bikaranîn ragihand û diyar kir ku ew pasport di sala 2023yan de ji aliyê rêjîma Esed ve hatibûn derxistin û niha hikûmet bi awayekî demkî kopiyên nû ji wê derdixe ji bo birêvebirina karûbarên welatiyan, ta ku pasportên nû amade dibin.

Di rûpela 35an a pasporta ku niha li Sûriyê tê bikaranîn de, wêneya bazara Hemîdiyê li Şamê heye, ew wêne ji aliyê wênegir Wesîm Esmer ve hatiye kişandin, lê wêne hatiye bikaranîn bê ku amaje bi wênegir were kirin, tevî wê yekê jî nîşana ku wênegir li ser wêneyê danîbû di wê rûpelê de derketiye.

Wêneya rûpela 35an a pasporta Sûriyê bi awayekî berfireh li ser torên civakî belav bûye û çalakvan dibêjin ku rêjîma Esed mafê wênegir diziye.