Tevlîbûna rêveberiyên veguhestinê li Hesekê û Qamişlo bi dawî bû

Tevlîbûna rêveberiyên veguhestinê li Hesekê û Qamişlo bi dawî bû

Welat TV - Hewlêr

Tevlîbûna herdu rêveberiyên veguhestinê li Hesekê û Qamişlo di nava wezareta veguhestinê de bi dawî bû.

Îro şanedek ji wezareta veguhestinê bi parêzgarê Hesekê Nûridîn Ehmed re civiya û rêkarên pêwîst ji bo bidawîkirina tevlîbûna herdu rêveberiyên veghestinê li Hesekê û Qamişlo di nava wezaretê de gengeşe kirin. 

Piştî civînê jî şandê serdaneke meydanî ji bo şopandina rewşa kar û wergirtina datayên taybet bi otombîlan li herdu rêveberiyan encam da bi mebesta tevlîbûnê û yeksankirina rêkarên rêveberî di nava wezareta veguhestinê de.

Her weha herdu aliyan mîkanîzmên rêxistinkirina kar û yeksankirina rêkarên rêveberî û teknîkî di çarçoveya berdewamiya pêşkêşkirina xizmetguzariyên veguhestinê de ji welatiyan re gotûbêj kirin.

Ev yek dikeve di çarçoveya bidawîkirina tevlîbûna saziyên xizmetguzarî yên “reveberiya xweser” a hilweşandî di nava saziyên hikûmetê de.