Idlib.. Otombîleke barkirî bi teqemeniyan teqiya û 5 kes hatin kuştin

Idlib.. Otombîleke barkirî bi teqemeniyan teqiya û 5 kes hatin kuştin
Idlib.. Otombîleke barkirî bi teqemeniyan teqiya û 5 kes hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr

Di teqînekê de li Idlibê 5 kes hatine kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Îro li bajarê Biniş ê gundewarê rojhilatê Idlibê otombîleke barkirî bi teqemeniyan teqiya. 

Li gorî Rêveberiya Tenduristiyê ya Idlibê, di wê teqînê de 5 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberiyê got jî ku tîmên wan di lêgrînê de berdewam in û eger heye hejmara qurbaniyan bêtir be.

Di mehên bûrî de hejmarek bûyerên teqînê yên girêdayî teqemenî û paşmayên şer li Idlibê çêbûn, û kuştî û birîndar hebûn.