Nivîsgeha Bicîkar a Hesekê civiya û başkirina xizmetguzariyan gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha Bicîkar a parêzgeha Hesekê yekemîn civîna xwe li dar xist û başkirina rewşa xizmetguzarî hat gotûbêjkirin.
Parêzgeha Hesekê ragihand ku îro bi serokatiya parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û amadebûna endamên Nivîsgeha Bicîkar a parêzgehê, yekemîn civîna nivîsgehê hate lidarxistin.
Di civînê de erkê endaman û warê karê wan hat destnîşankirin. Herweha tekezî li ser asankirina birêvebirina kar, başkirina rewşa xizmetguzarî di çarçoveya başkirina rewşa welatiyan de û bicîkirina erkan hatin gotûbêjkirin.
Cizîra Rojvavyê Kurdistanê di gelek pirsgirêk û kirîzan re derbas dibe û welatî çavên wan li wê yekê ye ku dezgeh û saziyên fermî karên xwe bikin û rewşa xizmetguzariyan baştir bibe.
Di 22 Hezîrana bûrî de, wezîrê Rêveberiya Xwecihî yê Sûriyê di biryarekê de Nivîsgeha Bicîkar a Demkî ya parêzgeha Hesekê destnîşan kir û ji wê demê heta niha ev yekemîn car e ew nivîsgeh dicive û rewşa giştî ya parêzgehê gotûbêj dike.