Iraq 457 Sûriyên ku bi tometa endamtiya DAIŞê girtî bûn, ber dide

Iraq 457 Sûriyên ku bi tometa endamtiya DAIŞê girtî bûn, ber dide

Welat TV - Hewlêr

Iraq 457 girtiyên Sûrî ku bi tometa endamtiya rêxistina DAIŞ a terorîst di girtîgehên wê de bûn, ber dide.

Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku qonaxa lêpirsînê bi 5704 kesên ku bi tometa endamtiya DAIŞê ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin, bi dawî bû û qonaxa dadgehkirnê dest pê dike.

Daxuyaniyê da zanîn ku piştî lêpirsînan, 457 girtiyên Sûrî ku peywendiya wan bi DAIŞê re tune bû, bo aliyê Sûrî tên radestkirin.

Li gorî daxuyaniyê, girtî ji 67 welatan in, ji 16 welatên Erebî, 19 welatên Yekîtiya Ewropayê û 32 welatên din, di nav wan de, 474 ji Iraqê ne û 3497 kes ji Sûriyê ne.

Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê got ku di lêpirsînan de gelek zanyariyên girêdayî tawanên navdewletî li dijî Kurdên Êzidî hatine eşekerekirin, û navê 6 tometbaran hatine destnîşankirin ku rola wan di revandin, girtin û firotina jinên Êzidî de hebû.

Piştî rêkeftina 29ê Çileyê, Emerîka girtiyên ku bi tometa endamtiya DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî bûn veguhestin Iraqê.