Dijeterora Kurdistanê: 10 dronên bombekirî li esmanê Hewlêrê hatin xistin
Welat TV - Hewlêr
Dijeterora Kurdistanê ragihand ku 10 dronên bombekirî li esmanê Hewlêrê hatine têkdan û ziyanên canî tune ne.
Dijeterora Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku berbanga îro hêzên hevpeymanan 10 dronên bombekirî li esmanê Hewlêrê têk dan û xistin xwarê.
Daxuyaniyê diyar kir ku tu ziyanên canî di encama têkdana wan dronan de nehatine tomarkirin.
Êrîşa bi dironan li ser Hewlêrê hat piştî ku şeva bûrî careke din şerûpevçûn di navbera Emrîka û Îranê de derketin.