Beşekî din ji cotkarên Kobaniyê pereyan werdigirin
Welat TV - Hewlêr
Beşek ji cotkarên devera Kobaniyê yên ku genimê xwe radestî sayloyên genim ên hikûmetê kirî, îro pereyan werdigirin.
Devera Kobaniyê lîsteyên navên cotkarên ku îro dikarin pereyên radestkirina genim werbigirin belav kirin û diyar kir ku ew lîste cotkarên ku genim 25ê Hezîrana bûrî radest kiribû li xwe digire.
Li gorî devera Kobaniyê ew cotkar dikarin li 2 cihan pereyan wergirin, yekem cih li filkeya Sebi´ Behrat li Helebê ye û duyem cih li nivîsgeha Kobaniyê ya banka çandinî ya hevkarî li Helebê ye.
Devera Kobaniyê diyar kir ku divê cotkar nasnameya xwe û kopiyeke wê bi xwe re bînin ji bo wergirtina pereyan.
Cotkarên Kobaniyê gazinan ji mîkanîzma dana pereyên radestkirina genim dikin û dibêjin ku pere li ser qonaxan li wan tên belavkirin.