Civîna ENKSê li Qamişlo berdewam e û kongira wê ya 5an nêzîk e

Civîna ENKSê li Qamişlo berdewam e û kongira wê ya 5an nêzîk e

Welat TV - Hewlêr

Civîna Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Qamişlo berdewam e û lidarxistina kongireya 5an a encûmenê nêzîk e.

Civîna Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo ji danê sibehê ve berdewam e, tê de dawîn pêşhatên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tên gotûbêjkirin.

Rewşa abûrî û jiyanê ya xerab li deverên Kurdî jî beşekî din ji civînê ye, ku sedem û rêyên çareseriya kirîzan tên gengeşekirin

Di vê derbarê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Ni´met Dawûd ji Welat TV re behsa naveroka civîna Emîndariya Giştî ya encûmenê kir û got: Kongireya 5an a ENKSê nêzîk e.

Dawûd da zanîn jî ku ew ê di xebatê de berdewam bin ji bo çespandina mafên Kurdan di destûrê de.