Mûşekeke Îranê li esmanê Der´ayê hate xistin

Mûşekeke Îranê li esmanê Der´ayê hate xistin

Welat TV - Hewlêr

Mûşekeke Îranê serê sibeha îro li esmanê Der´ayê li başûrê Sûriyê hate xistin bê ku ziyan hebin.

Îranê şeva bûrî û serê sibeha îro bingehên Emerîka li deverê bi mûşekan armanc kirin, yek ji wan mûşekan li esmanê Der´ayê hate xistin bê ku tu ziyan hebin.

Êrîşa Îranê li ser bingehên Emerîkayê li deverê, ku li gorî Pasdarên Îranê wan yek ji berfirehtirîn êrîşên bi mûşekan encam daye, tê piştî ku şeva bûrî hêzên Emerîka êrîşî navendên Îranê kir.

Di vê derbarê de, Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê navendên Pasdarên Îranê bi awayekî serkeftî armanc kirin.

Li gorî CENTCOMê êrîşên Emerîka tên piştî ku Pasdarên Îranê hewla encamdana êrîşan li dijî tevgera deryayî di tengava Hurmizê de û serbazên Emerîkî da.

CENTCOMê diyar kir jî ku niha zêdetirî 50 hezar serbazên Emerîkayê li Rojhilata Navîn di amadebaşiyê de ne û amade ne ji bo berdewamiya operasyonan li ser fermana fermandarê giştî.