Şam.. Şeri´ û şandeke Elmanî hevkariya abûrî gotûbêj kir

Şam.. Şeri´ û şandeke Elmanî hevkariya abûrî gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê û şandeke Elmanî hevkariya abûrî û weberhênanê di navbera herdu welatan de gotûbêj kir.

Îro serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ bi Brêkarê Dewletê di Wezareta Hevkariya Abûrî û Geşepêdanê ya Elmanya de Niels Annen, hejmarek serok û rêveberên kompaniyên Elmanî û endamên encûmenê kar a Sûrî – Elmanî re li koşka Gel li Şamê civiya.

Di civînê de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî, Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr, Hakimê Banka Navendî Sefwet Reslan û hejmarek berpirs beşdar bûn.

Serokatiya Sûriyê da zanîn ku di civînê de, çawaniya bihêzkirina hevkariya abûrî û weberhênanê di navbera herdu welatan de, berfirehkirina warên hevpariyê, wergirtina sûdê ji derfetên weberhênanê li Sûriyê nexasim ji projeyên dubare avakirinê û bihevguhertina ezmûnan hate gotûbêjkirin.

 

 

Piştî hilweşandina rêjîma Esed kenalên peywendiyan di navbera Sûriyê û Elmanya vebûn nexasim di warê abûrî û weberhênanê de.