Amadekariyên vegera bêtirî 700 malbatî bo Serê Kaniyê têne kirin

Amadekariyên vegera bêtirî 700 malbatî bo Serê Kaniyê têne kirin
Amadekariyên vegera bêtirî 700 malbatî bo Serê Kaniyê têne kirin

Welat TV - Hewlêr

Amadekarî ji bo vegera bêtirî 700 malbatên koçberkirî bo gundewarê Serê Kaniyê, têne kirin.

Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê daye zanîn ku amadekarî têne kirin da ku di vê hefteyê de nêzîkî 725 malbatên li Kampên Hesekê dimînin, vegerin cih û warê xwe li gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê.

Her weha diyar kir ku ew li benda temambûna hemahingiyê ne li gel Şanda Serokatiyê û Komîta Taybet bi vegerê, nexasim karûbarên girêdayî ewlehiyê li hinder bajarê Serê Kaniyê, da ku tişta bi karwanê yekem re rûdayî, dubare nebe.

Duh jî cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ji Welat TV re ragihandibû ku di rojên bên de karwanên mezin ên koçberkiriyan dê vegerin cih û warên xwe, û ev yek dê li gor amadekariyên ewlehî û îdarî çêbibe ku ewlehiya koçberkiriyên vegeriyayî were parastin.

Di 10ê Tebaxa bûrî de yekem karwanê koçberkiriyên Serê Kaniyê ji gundewarê Hesekê vegeriyabû. Karwan rastî êrîşan ji aliyê niştecîne ne resen ve hat û di encamê de birîndar û ziyanên madî hebûn.