Mihemed Ismaîl: Bihêzbûna danûstandina pêkhateyan, gotara kînê kêm dike
Welat TV - Hewlêr
Bi navnîşana "Aştiya Civakî Berpirsiyaretiya Me Hemûyan e" û li ser daxwaza Eberşiya Cizîrê ya Dêra Yekîtiya Kirîstiyanî ya Incîlî, dîdarek li Qamişlo bi rê ve çû.
Di dîdarê de nûnerên pêkhateyên cuda yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji Kurd, Ereb, Suriyan her weha ji Êzidî, Kirîstiyan û muslimanan jî amade bûn.
Girîngiya aştiya civakî li devera Cizîrê di navbera hemû pêkhateyan de, hat gotûbêjkirin.
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl di daxuyaniyekê de ji Welat TV re tekez kir ku "bihêzkirina pirên danûstandinê di navbera pêkhateyan de, gotara kînê û tundûtujiyê kêm dike".
Şêxê Êla Cewala Me'en Dendeh jî got ku "devera Cizîrê bi pêkhateyên xwe cuda û dewlemend e û dîdarên di navbera pêkhateyan de dibin sedema bihêzkirina tevn û aştiya civakî".
Ji aliyê xwe ve jî endamê Desteya Bicîkar a Partiya Yekîtiya Suryanî Gabriyêl Şem'ûn got ku ew tekeziyê li ser aştiya civakî û daxwazên hevbeş yên hemû pêkhateên deverê dikin.
Li Cizîra Rojavayê Kurdistasnê pêkhateyên cuda yên olî û neteweyî di dirêjeya dîrokê de bi aştî û aramî li rex hev jiyane û pêwendiyên civakî û çandî di nav wan de bûne tevneke ku ew jiyana xwe li ser ava dikin.
Di rewşa tevlihev û metirsîdar ku Sûriyê û tevaya deverê tê re derbas dibe, pêkhateyên Cizîrê di hewldanên berdewam de ne ji bo parastin û bihêzkirina pêkvejiyan û aştiya civakî li deverên xwe û çareserkirina hemû pirsgirêk û nakokiyan bi rêyên aştiyane û diyalogê.