Rewangeha Sûrî: Vê mehê 30 kes di bûyerên ewlehiyê de li Sûriyê hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku rêjeya bûyerên ewlehî û tundûtûjiya di nava civakê de li Sûriyê di dema dawiyê de zêde bûne û tenê ji destpêka vê mehê ve 30 kes ji ber bûyerên ewlehî li Sûriyê hatine kuştin.
Li gor rewangehê, qurbanî di bûyerên cuda de, mîna pevçûnên malbatan, tawanên kuştinê, û guleyên bêserûber û bûyerên din de hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî hişyarî ji zêdebûna rêjeya bûyerên ewlehî û tundûtûjiyê da, û ji aliyên pêwendîdar xwest ku berpirsyatiya xwe di parastina sivîlan de hilgirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan her weha daxwaz kir ku lêkolînên zelal û cidî di hemû bûyerên kuştinê de werin kirin, û hûrgiliyên wan werin eşkerekirin û encamder werin sizadan.