Barrack: Me nexşerêyeke sêalî bi beşdariya Sûriyê û Urdinê ji bo aştiyê li Siwêdayê îmze kiriye
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîkayê bo Sûriyê, Tom Barrack ragihand ku ew ji rewşa niha ya li Siwêdayê heye dilgiran in û bangê li Durzî û êlên Erebî dikin ku asta girjiyan kêm bikin, û hevkarî di nav wan de ji bo pêşerojê were kirin.
Şandiyê Emerîkayê bo Sûriyê, Tom Barrack di daxuyaniyekê de ser tora "X" got, em ji rewşa ku li Siwêdayê heye dilgiran in û me nexşerêyeke sêalî bi beşdariya Sûriyê û Urdinê ji bo aştiyê li Siwêdayê îmze kir, û ev nexşerê ji bo dubaretevlîkirina parzêgehê li nava Sûriyê ye.
Şandiyê Emerîkayê bo Sûriyê di daxuyaniya xwe de got jî, Durzî miletekî kevnar û resen ê Sûriyê ye, lê li gel nebûna hikûmetê grûpên çekdar ên dervî yasayê valahiyê dadigirin û ew grûp destdirêjiyê li ser civaka xwe dikin.
Şandiyê Emerîkayê bo Sûriyê, Tom Barrack di daxuyaniya xwe de diyar kir, Hikûmeta Sûriyê dest bi dadgehkirina encamderên tawanên Tîremha sala bûrî, kiriye û ev yek hêviyê çêdike û divê berdewam be.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Şandiyê Emerîkayê bo Sûriyê, Tom Barrack got Takerêya pêşketinê, diyalog û lêpirsîn e, û vekirina rê ye ji bo derbideran ku vegerin cih û warên xwe û tişta ku wêran bûye were dubareavakirin.