Efserekî pilebilind ê rêjîma Esed li Laziqiyê hate girtin
Welat TV - Hewlêr
Ewlekariya Navxwe li Laziqiyê ragihand ku efserekî pilebilind ê berê yê rêjîma Esed ku destwerdan di encamdana tawanên cengê û girtina sivîlan de kiriye, girt.
Ewlekariya Navxwe li Laziqiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, hêzên wê di operasyoneke ewlehî de, fermandarê berê yê firqeya 18an a rêjîma Esed, Lîwa Celal Seqir girt.
Ewlekariya Navxwe diyar kir, li gor zanyarî û lêkolînên wan, Seqir destwerdan di encamdan tawanên cengê û girtina bêserûber a sivîlan de di serdemê şoreşa Sûriyê de kiriye.
Ewlekariyê da zanîn jî, Lîwayê navbûrî beşdarî di operasyonên leşkerî de li dijî sivîlan li Şamê û Xûteya Rojhilatî de kiriye, û serperiştiya hilmetên berfireh ên girtina sivîlan kiriye. Niha bo aliyên dadwerî yên pêwendîdar hatiye veguhestin.