Efrîn.. ENKS banga rakirina bandorên te´rîbkirinê dike
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji rêveberiya Devera Efrînê dixwaze ku bandorên te´rîbkirinê siyasetên şovînî yên rêjîma Be´is a hilweşiyayî rake û dever ji aliyê xelkê wê ve bi rê ve biçe.
Îro şandeke xwecihiya Efrînê ya ENKSê serdana rêveberê devera Efrînê Xêro Dawûd kir û nameyek pêşkêşî wî kir tê de daxwaza rakirina bandorên te´rîbkirinê û vegerandina navên dîrokî yên deverê kir.
Xalên ku di nameyê de hatî ev in:
*Sûriyê welatekî pireng e û rêjîma hilweşandî stem li hemû pêkhateyan dikir lê para zêde ya Kurdan bû û divê mafên wan werin vegerandin.
*Avakirina komîteyeke teknoqirat a pispor û niştîmanî ji xelkê devera Efrînê re ji bo vegerandina navên resen ên gund, bajarok, bajar, çiya, gelî û çemên deverê.
*Pûçkirina encamên projeya bi navê çaksaziya çandinî li devera Efrînê û vegerandina milk û zeviyên xelkê bo wan.
*Birêvebirina devera Efrînê ji aliyê xelkê wê ve li ser hemû astan.