Til Temir.. Xelkê rêya M4 girt û banga nûjenkirina pira Xabûr dikin

Til Temir.. Xelkê rêya M4 girt û banga nûjenkirina pira Xabûr dikin

Welat TV - Hewlêr

Xelkê Til Temrê rêya M4 girt û daxwaza nûjenkirina pira Xabûr bi awayekî bilez kir.

Îro xelkê Til Temrê û ajokarên barhilgiran nerazîbûna xwe li ser bikaranîna rêyên axî re weke şûngir ji pira Xabûra diyar kir û got ku ax û toz digihe taxên niştecîbûnê serbarî astengiyên ku ajokar di tevgera veguhestina otombîl û barhilgirên mezin de dibînin.

Xelkê bajarokê Til Temrê bi otombîl, barhilgir, û konkirêtê rêya M4 girt û banga nûjenkirina pirê bi awayekî bilez kir.

Ji ber barîna zêde ya baranê û bilindbûna asta ava çemê Xabûr di zivistana bûrî de pira Xabûr ji kar derket û niha jî xelkê bajarokê bangê li aliyên peywendîdar dikin ku ew pir di zûtirîn dem de bê nûjenkirin.